Şeyda - Keça Kurda | شيدا - كچا كوردا

Helbest & Awaz : @sefqanorkes7877 Dabeşkirina mûzîkê : Brûsk Şêxo Te ez kuşt im keça kurda Ji cavê reş misk û mey da Jiyan bê te berê şev bû Tu bû heyvek di wê şevê de Jiyan bê te berê roj bû Tu bû xalek di dêmê rojê de Te ez kuşt im keça kurda …………….. Ne her kesê ebrû kişand nîçîrvan e Ne her kesê têlî livand tembûrvan e Siwarê çavê te yên reş Tenê zanim xweş hozan im Te ez kuşt im keça kurda ………………….. Kenê biskan li ser dêma dilîzin Helbest awaza ji çava dibhîzin Mem û Ferhad li ser sîngê Hêvî û xweziyên xwe diguhêzin Tenê ez kuşt im keça kurda
В начало