Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê

Parvekirina vîdyoyê me ewê berdewam bike. Twitter(fermî): Facebook(fermî): 📚 Pirtûk: Diêşiya Gotinên helbestê: 🖊️ Ey Kurdistan Ey kew Ka bêje çawa diherime xew? Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew? Bes tu megirî hew Bijî bedew bedew Ji te re her der bela ye lew Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew Kawa û kew Wekîdin her tişt derew Ey Kurdistan Ey xwîn Serê hespê xwe berdaye bi çargavan tê Selahedîn Di şerê te de Memî şûrê destê xwe ji xwe re kiriye Zîn Me ji çermê xwe yê çiriyayî ji te re çêkiriye Ala Rengîn Nebî nebî ji bo mirina me megirî û meke şîn Mirina ji bo te şêrîn Li te xweş helal be her çi ji me nîvco mabe, jîn an jî evîn Kî ji me qîma xwe bi bindestiyê bîne bila lê bibe jehr û enderîn Ey Kurdistan Ey Bîr Ji bo ku te pê xwedî bikin bêrîvanên te yên dest-hevîr Ji sîngên xwe didoşin şîr, pêsîr bi pêsîr Dengbêjên te yên deng-lîr ji bo te distrên hejîr hejîr Newalên te kevan in, çemên te tîr Bi van çekan şer dikin çiyayên te yên pîr Kes nikare xwezaya te tu carî bike hêsîr Tu mîr î, mîr Ey Kurdistan Ey agir Ji bo ku te bikin parçe û dagir Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir Me li dijî dijminên te yên kafir Li jêr û li jor şer kir Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr Tu yî sebr Tu yî ahd û îman û cir Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr Me ji bot e belqitand emr Me qebr kir qesr Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir çiya û agir Me ji bo te rijan hibr û hêsir Me tu bi xwîna xwe kirî tahir Ey Kurdistan Ey doz Bi soz, bi soz Em ê tu carî nahêlin ku nizm bibin Zagros Em ê tu carî nehêlin ku kor bibin Newroz Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz #rênasjiyan #kurdistan #kurdish
Back to Top